Girtiyên li Xerpêtê nayên tedawîkirin
- 18:20 26 Gulan 2019
- Rojane
XERPÊT - Li Girtîgeha Xerpêtê nêzî 150 girtî di greva birçîbûnê de ne, nayên tedawîkirin.
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawîkirin. Lê 150 çalakgerên li Girtîgeha Xerpêtê nehatin tedawîkirin. Parêzer Gulşen Ozbek bi girtiyan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku li girtîgehê amedekarî nehatiye kirin.
Gulşen, destnîşan kir ku li nexweşxaneyan jî amedekarî nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li girtîgehê amedekarî nehatiye kirin û nexweşxane jî nehatine hişyarkirin. Her wiha rêveberiya girtîgehê derbarê mijarê de agahiyek nedan. Ji bo tedawîkirina girtiyên di grevê de ne muxatap nîne."
Gulşen, da zanîn ku 6 girtî 160 roj in di grevê de ne û wiha got: "Divê demildest ev girtî bên tedawîkirin. Bi taybetî rewşa tenduristiya Remziye Karabudag di xeterê de ye. Divê demildest bê tedawî kirin."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Çewlîkê Erdal Aydemîr diyar kir ku bi Dozgeriya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn û wiha got: "Di hevdîtina bi dozgeriyê re pêk hatî de dozger ji me re got amadekarî xilas bûne û wezîfedaran sevqê girtîgehê kirine."
Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Xerpêtiyê kom bûn û li benda agahiyê ne.