Fadîla Tok Daxuyanî da

  • 18:18 26 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a derbarê greva birçîbûnê de ku hat dayîn Fadîle Tok a ku li Mexmûrê di çalakiya grevê ya bêdem û bê dorveger de bû bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anî. 
 
Ji bo bi  dawîkirina tecirîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan bi pêşengitiya hevseroka KCD û parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiyên girevên birçîbûnê yên bêdem bê dorveger ev 200 roj bûn hatibûn despê kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar fadîla Tok ku ev 128 roje di gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a derbarê gervên birîbûnê de bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anî. 
 
Birya daxuyaniya ku gelek kes tevlibûn destpêka daxuyaniyê peyama Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan ku bi rêya parêzerên xwe şandibû hat xwendin û ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Fadîle Tok axivî û wiha got: “Wargeha penaberan, Wargeha penaberên ku li azadiya digerin ji bo tecrîda li ser Rêberê me were şikandin me dest bi vê çalakiyê kir. 
Ez gelek keyfexweşim ku berxwedana me tecrîd têk bir. Gelê me layîqî her tiştî ye. Ev berxwedana ku hat despêkirin mîrasa Mazluman û Sarayan e. Ji ber wê yekê em îro dibinin ev berxwedan Leyla û ya girtiyên li zindanan pêk hat. Ji bo ku em agahiyekê ji rêberê xwe bigirin." 
 
'Em deyndarên şehîdên xwe ne'
 
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar fadîla Tok bi van gotinan dawî li axaftina anî û got: “Ez vê berxwedanê li şervanên azadiyê û şervanên di çeperan de şer dikin û li çalakgerên di gerva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne pîroz dikim. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk neye em ê wek gelê kurd her berxwedana xwe bilind biikin. Bila ev miha xêr û bereketê ya meha Ramazanê  bibe meha azadiya Rêber Apo. Em deyndarên şehîdên xwe ne.”