Dayikên li Rihayê dawî li çalakiya xwe anîn
- 18:02 26 Gulan 2019
- Rojane
RIHA - Çalakiya dayikên girtiyan ên li Rihayê pêk dihat îro bi peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Rihayê dayikên girtiyan li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) çalakiya rûniştinê pêk dianîn di roja 18'emîn de dawi li çalakiya xwe anîn. Parlamentera HDP'a Rihayê Ayşe Surucu, rêveberên partiyê û gelek welatî tevlî daxuyaniya dayikan bûn.
Li ser navê dayikan Semra Kocaman axivî û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin girtiyan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û wiha axivî: "Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bû, em jî dawî li çalakiya xwe ya rûniştinê tînin. Me xwest em bi çalakiya xwe piştgiriyê bidin zarokên xwe. Em gihaştin armanca xwe."
Piştî daxuyaniyê dayikan çalakiya xwe bi dawî kirin.