Girtiyên li Girtîgeha Êlihê bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn

  • 17:52 26 Gulan 2019
  • Rojane
ÊLIH - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê piştî ku peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji wan re hat ragihandin, bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê re hat ragihandin. Piştî ku parêzeran peyama Abdullah Ocalan ragihandin, girtiyan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û sirûd gotin. Girtiyên ku bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn, dengê dirûşmeyên wan heya derveyî girtîgehê jî hat bihîstin. Xizmên girtiyan ên li ber girtîgehê jî, li ser vê yekê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û piştgirî dan girtiyan.