Medyaya cîhanê peyama Abdullah Ocalan nirxand

  • 17:15 26 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn di medya cîhanê de cihek berfireh girt.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina 22'ê gulanê ya li Îmraliyê Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parêzeran diyar kir ku muwekilê wan Abdullah Ocalan hêvî dike ku çalakgerên greva birçîbûnê bi dawî bikin. Piştî parêzerên Abdullah Ocalan peyama Abdullah Ocalan parve kirin çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Ev peyama Abdullah Ocalan piraniya ajans û medya cîhanê cihek berfireh danê.
 
DW a Elmanya li ser peyamê wiha nivîsî:  "Rêveberê girtî yê Kurdên Tirkiyeyê Abdullah Ocalan daxwaz kir ku girtî û çalakger dawî li greva xwe bînin. Daxwaza Birêz Ocalan ji aliyê yek ji parêzeran wî ve hat xwend."
 
Euronews'ê ji piştî peyamê wiha nivîsand: "Rêberê PKK'ê yê girtî Abdullah Ocalan roja yekşemê banga dawîlêanîna grevên birçîbûnê li girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de kir. Hezaran kurd li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo nerazîbûna li hemberî rewşa Abdullah Ocalan çend meh in dest bi grevên birçîbûnê kirine û daxwaz dikirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û rê were dayîn malbat û parêzer bibînin."
 
Herwiha Reuters'ê ev agahî dan aboneyên xwe: "Piştî 200 rojên grevên li dijî tecrîdê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi riya parêzerên xwe daxwaz kir ku dawî li grevan bên û got, hun gihîştine armanca xwe."
 
Bi heman awayî, Sky News Frans Press, Sputnik a Rûsiye, Munte Karlo û medya Ereban cihek taybet dan peyama Abdullah Ocalan.