Pervîn Buldan: Em ê bi hev re aştiyê bînin
- 16:50 26 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan têkildarî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê greva birçîbûnê û rojiya mirinê de wiha got: "Em soz didin Birêz Ocalan. Em ê bi hevre aştiyê bînin. Bi keda we wê li vî welatî aştî pêş bikeve."
1'emîn Kongreya Asayî ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya malbatên Xizmên xwe windakirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER), kongreya xwe pêk anî. Kongreya ANYAKAY-DER'ê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê pêk hat. Di kongreyê de Pervîn Buldan der barê peyama Ocalan de nirxandin kir.Pervîn Buldan, diyar kir ku ji ber ew bi dayikan re hatiye cem hev, ji bo wê wateyek pir mezin e û wiha got: "Me beriya salan bi çend dayik û bavan YAKAY-DER’ avakir. Dema me YAKAY-DER avakir me kedek mezin da. Niha me ANYAKAY-DER avakir. Em kêfxweşiya vê yekê dijîn. Em hevî dikin ku ANYAKAY-DER bibe wesîleya aştiyê û aştiyê pêş bixe. "
'Ev wêrekiya Gelê Kurd e'
Pervîn, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bandora Birêz Ocalan a li ser Gelê Kurd, gelên Tirkiye û cemaweriya Tirkiyeyê gelek zêde ye. Bi banga kir diyar kir ku çalakî gihiştiye armanca xwe û wiha got: "Bê guman keda Leyla Guven bi hezaran girdiyên li girtîgehan û dayikên Laçik Spî pir zêde ye. Ez destê hemû dayikan maç dikim. Çalakiya Leyla Guven ku 200 rojin didomîne bi dawî bûye. Li tu deverên cîhanê ew qas mirov ji bo armancekê bedena xwe nedane ber birçîbûnê. Ev wêrekî û biryar tenê di nava gelê kurd de heye. Di nava kurdan de berxwedan heye. Erê berxwedan bi ser ket. Em carek din serbilindiya serkeftina berxwedanê dijîn."
'Divê civaka tirk vê baş fam bike'
Pevînê bal kişand ser peyama Abdullah Ocaln a ji bo gelên Tirkiyeyê jî û ev tişt got: "Em bawer dikin ku civaka Tirkiye wê peyama Ocalan baş fam bike. Brêz Ocalan carek din grêdana xwe ya peyama Newroza 2013'an parve kiriye. Her dem gotiye ji bo şert û mercên xwe tu cari tu tişt nexwestiye. Divê rêveberên Tirkiye vê yekê baş fam bike. Em ê aştîyê bînin ser vê axêb Em soz didin Birêz Ocalan emê bi hevre aştiyê bînin ser vê axê. Em soz didin emê bi hemû ked û hêza xwe têbikoşin ku em aştiyê pêş bixin. Heta ku pêşeroja gelê Kurd bê mîsogerkirin emê têbikoşin."