Çalakgerên li Toronto, Viyana û Berlînê: Wê têkoşîna me bidome
- 16:45 26 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakgerên li Viyana, Berlîn û Torontoyê di greva birçîbûnê de bûn dawî li çalakiyên xwe anîn. Çalakgeran destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî kirin. Çalakiya li Viyanayê, li Berlîne û Torontoyê hat bi dawîkirin. Çalakgerên wiha gotin: "Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin."
Sûltan Yîgît ê ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê ku ev 166 roj in di greva birçîbûnê de bû li ser banga Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anî. Sûltan, bal kişand ser pêşerojê û wiha got: “Heta ku Rêbertî azad bibe wê têkoşîna me bidome.”
Omer Bagdur, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tuzak ên li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya xwe didomandin, piştî daxuyaniya parêzeran, li lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîn. Berxwedêran diyar kirin ku çalakiya xwe bi dawî dikin lê wê têkoşîna xwe bidomînin.
Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê berxwedana xwe didomand jî piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ragihand ku çalakiya xwe diqedîne û wê têkoşîna xwe bidomîne.