10 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê anîn nexweşxaneyê

  • 16:31 26 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn, piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi dawîkirina çalakiyê, rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. 
 
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 10 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bûn ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Gazî Yaşargîlê. 10 girtiyên ku di grevê de bûn ji hêla malbatan ve bi tlîlî, çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Her wiha parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun û Semra Guzel û her wiha hevserokê HDP'a bajêr Zeyyat Ceylan ji hatin li ber nexweşxaneyê. 
 
10 girtî li şûna ambûlansê bi otobûsên polîsan anîn nexweşxaneyê û di deriyê ku ji bo girtiyan hatî veqedantin de birin hindûrê nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku dê bi kom bi kom girtiyan bînin nexweşxaneyê.