Çalakiya li Qamişloyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dawî bû
- 16:29 26 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ya bi diruşmeya "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk avabikin ", di roja dehan de bi daxuyaniyeke çapemaniyê hat bidawîkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Kongireya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişloyê ji bo şkandina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di roja dehan de bi daxuyaniyekê çapemeniyê bi dawî bû. Daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê erebî û kurdî li ser navê Meclisa Malbatên Şehdîdan Masûm Hesen û li ser navê Kongreya Star Welîde Îbrahîm xwend.
Daxuyanî wiha ye: "Çalakiya pîroz a pêşenga me Leyla Guven ku 200 rojan dewam kir li tevahî cîhanê deng da, çalakvanên di zindanên Tirkiyê de ji bo şkandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di hevdîtina bi parêzerên xwe re got ev çalakî gihişt armanca xwe, silav û heskirinên xwe ji berxwedana tevahî çalakvan û dayikan re şand. Herwiha hat diyarkirin ku tendirustiya çalakvanan gelek girîng e û ev çalakî rê li pêşiyya aşîtiyê dê veke. Ev berxwedana dîrokî a zindanan israr û îradeya gel a xurt nîşan da, ji bo wê jî dijmin wê nikarîbe gel û rêbertî ji hav qut bike.
Bi tevlîbûna bi sedan gelê me yê welat parêz û azadîxwaz re li tevahî qadên tekoşîne, em li Herêma Cizîrê bi dil û can di pêşengtiya Kongireya Star û meclisa malbatên şehîdan de me dest bi çalakiya xwe kiribû, çalakiya me 10 rojan berdewam kir. Bi diruşmA “Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa demokratîk avabikin ” careke din ji raya giştî re me nîşan da ku ev çalakî gihişt armancên xwe û bi riyên cûda em ê berxwedana xw bidomînin heta azadiya Rêberê me."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan, "Bijî şoreşa di pêşngtiya jinan de ", Bi dawî bû.