Li Rihayê 224 girtî dê nexweşxaneyên dewletê bên tedawîkirin

  • 15:48 26 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - 224 girtiyên ku li Girtîgeha Sîwerega Rihayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne ji bo tedawiyê dê rakin Nexweşxaneyên Dewletê yên wekî Riha, Sîwereg û Curnê Reş ê. 
 
224 girtî li Girtîgeha Sîwerega Rihayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bûn.15 girtî di 5'ê çîlê de û 209 girtî jî di 1'ê adarê de dest bi grevê kiribûn. Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya bi dawîkirina rojiya mirinê û greva birçîbûnê, 224 girtî dê li Nexweşxaneya Dewletê ya Riha, Curnê Reş û Siwerekê bên tedawîkirin. 
 
Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Omer Melîk, diyar kir ku di girtiyên ku bên tedawîkirin de wiha got: "Girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne dê li Nexwexaneyên Dewletê ya Rihayê, Curnê Reş û Siweregê dê bên tedawîkirin. Ji bo rêbazên tedawiyê me broşur û belgeyên pêwist ji serbijîşkan re şandin." 
 
Omer, bal kişand ser heyeta şopandina pêvajoyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di derbarê mijarê de bi Baroya Rihayê, Odeya Tabîban a Rihayê û Sêndîkaya Kedkarên Hizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) re maseya krîzê hat avakirin. Pêvajoya tedawî kirina girtiyan dê bê şopandin."
 
Her wiha hat diyar kirin ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mehmet Akîf Înan, Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyubiyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê û Nexweşxaneya Dewletê ya Curnê Reş amadekarî hatine kirin.