Dayikên li Gebzeyê: Berxwedana me wê bidome

  • 15:41 26 Gulan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên Girtiyan ên li Gebzeyê, ji Îmraliyê re silav şandin û gotin ku heta tecrîd bi dawî bibe ewê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên lidijî tecrîdê di greva birçîbûnê de her roj ji 9'ê Nîsanê de li ber girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya nobetê li dar xistin. Dayikên ku nobet girtin li Avahiya HDP'ê ya Gebzeyê derbarê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku ji Îmraliyê şand daxuyanî dan. 
 
Daxuyanî ji aliyê dayikêa Newroz Bozkurt a ku ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê di gerevê de ye Sultan Bozkurt ve hat xwendin. Sulatan diyar kir ku ew gelek caran hatine astengkirin û wiha berdewam kir: "Em hatin binçavkirin, bi erê re hatin kaşkirin û heqeret li me hat kirin. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda.Ji me re gotin 'terorîst'. Lê li gel hem û astengiyan em her roj çûn û me çalakiya xwe li dar xist.  Tenê daxwazeke zarokên me hebû, ya me jî heman daxwaz bû."
 
Sultan a ku diyar kir ku derbarê grevan de bêdengiyek mezin hebû wiah berdewam kir: "Vê berxwedanê dilê me dayikan jî şewitan. Zarokên me bi çalakiya ku dan destpêkirin dilê me şewitandin. Polîsna gelek zilm li me kir. Lê heta ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hat rakirin me têkoşîna xwe berdewam kir. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin." 
  
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. Dayik piştre ji bo biçin ber girtîgeha Gebzeyê ji avahiya HDP'ê peya bûn.