Çalakiya Kobaniyan bi dawî bû: Dê berxwedana me berdewam bike

  • 15:24 26 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Gelên Kantona Kobanê bi dirûşma "Bi pêşengiya Leyleyan em ê têkoşînê bilind bikin û bi rêber Apo re azad bijîn", îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe ya ji bo piştevaniya grevê avê anî.
 
Çalakiya konvedanê ku bi pêşengtiya Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger ku bi armanca piştgiriya çalakvanên di gerva birçîbûnê û rojiyên mirinê de di 22`ê Gûlanê de hatbû destpêkirin, îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. 
 
Daxuyanî ji aliyê endama Komîtiya Têkliyên Doplomasyê ya PYD'ê Ayşe Efendî ve hat dayîn û wiha hat gotin: Bi rihê Leyla Guven û çalakvanên ku 200 rojin di gireva birçîbûnê de ne, hevalên di rojiya mirinê û şehîdên vê çalakiyê, em bi rihê têkoşînê wan silav dikin.  Îro rêber Apo hevalên çalakvan silav kirin û wan jî li ser banga Rêber Apo çalakiya xwe bi dawî kir. çalakvan gihîştin armanca xwe. Çalakgerên ku bi rihê azadî û berxwedanê li çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ketbûn girevên birçîbûnê bi ser ketin. 
 
Bi dawîbûna çalakiyan nayê wê wateya ku wê berxwedan bi dawî bibe. Em weke Gelên Kantona Kobanê jî bi wî rihî çalakvanan silav dikin. Ji Kobanê heta Îmraliyê hezar silav, bi rihê Leyla Guven em gelê Bakur û bi taybet dayîkên laçik spî ku roj  û şevên xwe kirin yek da ku pişgirtî bidin zarok û hevalên xwe silav dikin û em dibêjin ku gihîştin aramca xwe. Lê wê berxwedana me berdewam bike." 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.