HDP: Biryardariya mezin ew bi ser xistin

  • 15:14 26 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ser berxwedana li dijî tecrîdê daxuyaniyek dan û wiha gotin: ''Biryardariya mezin ew bi ser xistin.''
 
Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî têkilî daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dawîbûna grevên birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi dawîbûna tecrîdê teqez a li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din, ku daxwaza berxwedêran bû, rewşeke wiha ku mafên girtiyan ji hêla hiqûqa navxweyî û navnetewî were bicihanîn. Hevdîtina parêzeran gaveke erênî ye. Her wiha hemû girtî û ji bo hiqûq bi cih were bi bedêldayinê di geva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn. Ji bo azadî, aştî, hiqûq û demokrasiyê biryardariyeke mezin nîşan dan."
 
Di daxuyaniya HDP'ê de wiha hat diyar kirin: ''Di vê pêvajoyê de 8 kes jiyana xwe ji dest dane û vê êşeke mezin daye me hemûyan. Mixabin, hemû hewldanên ku ji bo êşên wiha neyên jiyîn kêm man, têrê nekir ku kesek jiyana xwe ji dest nede. Em wan dîsa bi xemgînî û êşeke mezin bi bîr tînin, sersaxiyê didin malbatên wan û gelê xwe re. Di serdema pêş de wê ji kêmasiyên xwe yên di qada siyaseta demokratîk de dersê bigirin. Ji bo ku têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê bêhtir bi biryar û rêxistinî bikin, ji bo ku siyaseta demokratîk bi ser bixin wê zêdetir bixebitin."
 
Pervîn û Sezaî, destnîşan kirin ku ji bo girtiyên ku di greva birçîbûnê de rewşa wan a tenduristiyê baş bibe wê hewl bidin ku peywira lezgîn û girîng a li ber tedawîkirina wan bê kirin û wiha gotin: "Di vê vê mijarê de peywir dikeve ser Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê. Rêxistinên pîşeyî yên vê qadê, TTB û TÎHV'ê û hemû saziyên mafên mirovan ji wezîfedarin."