14 berxwedêrên li Strasbourgê dawî li greva birçîbûnê anîn

  • 14:52 26 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 14 çalakgerên ku 161 roj in li Strasbourgê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan dawî li çalakiya xwe anîne.
 
14 çalakgerên ku 17'ê kanûna 2018'an li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî ku parêzerên Abdullah Ocalan peyama Ocalan ragihandin, çalakgerên li Strasbourgê jî daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin, greva birçîbûnê bi dawî dikin.
 
Bi dehan kesên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî civîna çapemeniyê bûn û bi navê çalakgeran Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç daxuyanî da. Yuksel, diyar kir ku greva birçîbûnê ya ku 17'ê Kanûna 2018'an dest pê kir çalakiyeke dîrokî ye û wiha got: "Serok Apo hezkirin û hûrmeta me ji bo te bê dawî ye, wê heta bi hetayê jî bidome."
 
Piştî Yuksel Koç Mustafa Sarikaya axivî û wiha axivî: "Em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ne. Me qonaxeke girîng a pêngava berxwedanê li pey xwe hiştin. Berxwedan encameke girîng bi dest xistiye."