Dayikên Girtiyan ên Edeneyê: Divê girtî demildest bên dermankrin

  • 14:51 26 Gulan 2019
  • Rojane
EDENE - Dayikên girtiyan ku çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam dikin, diyar kirin ku divê girtiyên çalakiya xwe bi dawîkirin demildest bên darmankirin. 
 
Dayikên gitiyên ên ku di çalakiya xwe ya nobetê îro jî li Parka Înonî ya Edeneyê li dar xistin diyar kirin ku ew gelek kêfxweşin ji ber ku berxwedana wan bi ser ket û çalakî bi dawî bû. 
 
Dayikên wêneyên zarokên wan di dest wan de, diyar kirin ku divê girtiyên çalakger demildest bên dermankirin û wiha gotin: "Dayik Aştiyê dixwazin." Dayikan bi çepik, lîandin û dirûşman çalakiya xwe bi dawî kirin û çûn avahiya HDP'ê.