Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê

  • 14:39 26 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 200'î de bi dawî kir. Leyla bi Ambulansê rakirin nexweşxaneyê. 
 
Leyla dema rakirin nexweşxaneyê daxuyaniyeke kurt da û got, "Ez spasiya her kesî dikim ên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiyê. Bi berxwedana kolektîf em bi ser ketin.
 
Bihîstina dengê Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng bû. Xwezî bêyî windahiyan em bi ser biketina, em dilşewatin, lê berxwedan bi ser ket."