Çalakger Merwan, Nasir û Îmam: Têkoşîna mê dê bi rêbazên din bidome

  • 14:38 26 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nasir Yagiz li Hewlêrê, Îmam Şîş li Gallerê û Merwan Memdûh jî li Silemaniyê yê piştî daxuyaniyan dawî li çalakiya xwe anîn û diyar kirin ku dê têkoşîn bi rêbazên din bidome
 
Piştî ku Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Stenbolê peyama Abdullah Ocalan parve kirin û şûnde li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Deniz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku gihiştine armanca xwe û dawî li çalakiyan tînin. Piştre Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê  Leyla Guven bi rêya parlamenterên HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amedê di grevê de ne daxuyanî dan û destnîşan kirin ku çalakiya wan bi ser ketiye û ji îro û şûnde dawî li çalakiya xwe tînin. Nasir Yagiz, Îmam Şîş û Merwan Memdûh di çalakiyê de bûn piştî daxuyaniyan dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li avahiya HDP'ê ya Hewlerê li diji tecrida li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojin di greva birçîbûnê de bû têkildarî çalakiya xwe li avahiya  HDP'ê ya Hewlerê daxuyanî da. Piştî daxuyaniyan Nasir Yagiz jî daxuyanî da û diyar kir ku ew bi ser ketine û ji îro û şûnde dawîli çalakiya xwe ya greva birçîbûnê tînin. 
 
Merwan Memduh Ozdemîr ku li dijî tecrîdê ev 13 rojin li Silêmaniyê di rojiya mirinê de bû, li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe bidawî kir û got: “Heta ku Serok Apo û Kurdistan azad dibe, dê têkoşîna me bidome.”
 
Ji Çalakgerên li Ewropa Îmam Şîş ê li Gallerê 161 rojin di grevê de jî bi civîna çapemeniyê daxuyanî da. Îmam, diyar kir ku çalakiya wan bi ser ketiye û gihiştiye armanca xwe û li vir çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Şîş, anî ziman ku wan darbeyek li faşîzmê xistiye û wiha got: "Lê ev nayê wateya ku têkoşîn bi dawî bûye. Ji niha û şûnde li dijî faşîzmê têkoşîna me wê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna me bidome."