Ji doktor hişyarî: Divê çalakgerên greva birçîbûnê rast bên dermankirin

  • 14:37 26 Gulan 2019
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Bi şikandina tecrîdê re grevên birçîbûnê bidawî bûn û doktora teqawît Habîbe Guneş, di mijara dermankirina çalakgeran de hişyariyên girîng kir. Habîbeyê destnîşan kir ku ger mudaxaleyek rast pêk neyê wê nexweşiya Wernîcke-Korsakof derveke holê û serumên bên lêxistin jî divê taybet bin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlametnera HDP’ê Leyla Guven ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de da destpêkirin û di nav demê de li hemû girtîgehan belav bû û rojiyên mirinê bi şikandina tecrîdê re bidawî bû. Ji 1’ê Adarê de gdrev gihişt 7 hezar kesî. Doktora teqawît Habîbe Guneş balkişand ser xesasiyetên di dermankirina çalakgeran de û hişyariyên girîng kir. 
 
Habîbe ya di pêvajoya şopandina grevên birçîbûnê de xizmeta şêwirmendiyê da parêzeran, di esasa bernameya li ser daneyên li girtyan hatiye kirin,dane kom kir û nirxandin kir.
 
‘Divê serum jî taybet bin’
 
Ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Yekitiya Tabîbên Tirk ve li ser cerebandinên paşerojê algorîtmayek hat amadekirin û agahiyên, divê li girtiyan kîjan tahlîl bêkirin, kîjan pergala dermankirinê pêk tê û çend rojan carê bên xwedîkirin de, li ser rupela wek a Odeya Tabîbên Tirk heye.
 
Habîbeyê daxuyakirin ku Odeya Tabîban a Tirk agahî şandine ji Midûriyetên Tenduristiyê û Beşên Lezgîn yên 112 û wiha pê de çû: “Di rewşek heyî de li Îzmîrê ji 200 zêdetir çalakgerên grevê hebûn. Ji van hinek di roja 80 hinek di roja 150’yî de bûn. Serumên divê li wan bixin jî taybet bin. Divê vîtamînên B1 neyên birîn. Di demên dawî me li gorî rewşa girtiyan folîk asît jî pêşniyar kir. Heta xebatkarên tenduriyê nebêjin divê dest ji folîk asît neyê berdan.”
 
‘Ger mudaxaleyek rast nebe wê Wernîcke-Korsakoff derkeve holê’
 
Habîbeyê bi lêv kir ku ger mudaxaleya rast nekin dikare nexweşiya Wernîcke-Korsakoff derkeve hol3e û di 140 rojî de pergala mirovekî birçî hemû diguhere, pergala roviyan hemû diguhere û ev tişt anî ziman: “Divê xwarinên xav, baharat, run û hişk neyên xwarin. Divê patates bê xaşandin, hinek avî an jî şorba wê bê vexwarin. Divê zêde xwê nekinê, yên rewşa wan krîtîkin jî bi mamayê bên xwedîkirin. Bi taybet divê bidin yên giran.”
 
‘Divê baş bên xwedîkirin’
 
Habîbeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rewşa çalakgeran li gorî ku di çiqas demê de wê baş bibe de diguhere û wiha daweî lê anî: “Em emareyên wan çawa dibînin; beriya her tiştî derketina gaîta û îdarê, êşa zik û mîdeyê wê şûnde bixîne. Ji ber demek dirêj tiştek neketiye mîdeyê dibe zirar ditîbin.Ji bo tamîrata vê divê xwedîbûnek bi baldarî hebe. Di hefteyekê 15 rojan de dikare pêk bê.”
 
Di rupela webê ya TTB û Odeya Tabîban a Tirk ya Îzmîrê, Algorîtma Hêsan ya Pêşniyarên Dermankirina Bidawîbûna Grevên Birçîbûnê: dikare ji vê lingê xwe bigihînin agahiyan
 
<http://www.ttb.org.tr/images/stories/file/agrev/algoritma.doc> 
 
http://www.ttb.org.tr/images/stories/file/agrev/algoritma.doc