Ji TTB'ê piştî grevê pêşniyarên xwedîkirinê

  • 14:34 26 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - TTB'ê derbarê xedîkirina piştî grevê de diyar kir ku di serî de divê çalakger bi lez û bez bên mayenekirin.
 
Piştî ku parêzerên Buroyaya Hiqûqê ya Asrînê peya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan a derbarê greva birçîbûnê de ragihandin. Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û aşkera kir ku ew çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî dikin. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB)  jî ji bo ku girtî xureka winda kirine ji nû ve bigirin, algorîtmayeke ku rêbaza xwedîkirina çalakgeran diyar dike amade kirin. 
 
TTB'ê tiştên pêwist ku divê ji bo xwedîkirina girtiyan bê kirin wiah rêz kirin: 
 
"*Muayeneyek lezgîn
 
"*Divê ku serndiromên wekî yên  Wernicke Korsakoff û pnomonî bên kartekirin.  
 
* Di serî de tekkîkên laboratuvarê.
 
Ger ku şert û merc pêkan bin EKG bê kişandin
 
* Di rwşên ku divê reh bên vekirin de dikare îsolayte bê bikaranîn (neÎsolayte M). Bi vê rêbazê hûn dikarin hemû elekrolîtan bi vê vexwarina îdame dike ve girê bidin.  
 
Ji damarê de xwedîkirin:
 
*Divê di serî de IV dekstorz neyê dayîn. Ji ber ku ev ji bo grevên birçîbûnê xetere ye. 
 
Xwedîkirina Oral:
 
Di rojên ewil de baldarbin ku hûn parenteral bi giştî 1500-2000 ml vexwarin û 1000 kalorî derbas nekin..