Çalakiya kongreya Star bi daxuyaniyekê bi dawî bû: Berxwedana me dê berdewam bike

  • 14:19 26 Gulan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Çalakiya Kongreya Star ya bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zîndana em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin", ya di 16'ê gulanê de hatibû destpêkirin îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Çalakiya konvedanê ya bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê li qada Ehdas a Şehbayê ji bo xwedî derketin li xwesteka çalakvanên greva bircîbûnê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Tevahî gelê Efrîn û Şehbayê bi coşek mezin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo, Jin Jiyana azadî, Bê Serk jiyan nabe" û bi laçik û cilên xwe yê spî tevlî çalakiyê bûn û berxwedana xwe nîşan dan. Daxuyanî ji aliyê endama Koordinasiyona Kongreya Star Hêvî Silêmen û li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Sûreye Hebeş hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku berxwedêrên çalakiyê silav dikin û wiha hat gotin: "Em çalakvanên berxwedana zîndana yê ku ji bo tecrîda giran li ser Serok Apo were rakirin ketine greva bircîbûnê silav dikin. Em jinên kurd in em ê canê xwe jî fedayî Rêber Abdullah Ocalan bikin, me bi berxwedanî û îradeya xwe ev tecrîda giran li ser Serok Apo rakir. Em dayik bê zarok dijîn lê bê welat û ax najîn, em ê tim berxwedaniya xwe berdewam bikin ku heta Serok Apo ji zîndana Îmraliyê azad bibe. Armanca me ya yekemîn pêk hat û tecrîda giran li ser Serok Apo bi pêşengtiya jina azad û berxwedêr hat şikandin. Êdî em bi vî îradê jî pergala Îmraliyê hilweşînin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin."
 
'Berxwedana me dê bidome' 
 
Di daxuyaniya Rêxistina Kongreya Star de qala berxwedanê hat kirin û wiha hat bilêvkirin: "Em ji hemû cîhanê re radighînin ku berxwedaniya me tu carî nasekine û em serî xwe ji dijminê desthiladar re natewînin, em kurdin xwedî îrade, berxwedan û mafin, em li ser şopa şehîdan dimeşin, me xwesteka wan pêk anî û tecrîda giran şikand. Em soz didin hemû pakrewanên xwe û Serok Apo ku em ê her çar perçeyên Kurdistanê rizgar bikin. Em ê bi xwîna pekrewanan bi serkevin, têkoşîn û berxwedaniya xwe berdewam dikin."
Gelê Efrîn û Şehbayê bi gerandina guvendê çalakiya xwe bi dawî kirin.