Li Mêrdînê ji bo çalakvanan heyeta çavdêr hat avakirin
- 14:00 26 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî daxuyaniyên ku li ser hev hatin weşandin bi dawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li girtîgehan û greva birçîbûnê ya li derve re ji bo 104 girtiyan Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat amadekirin
Piştî daxuyaniyên ku li ser hev hatin weşandin bi dawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li girtîgehan û greva birçîbûnê ya li derve re ji bo 104 girtiyan Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat amadekirin. Li bajrê ku bi sê koman heyetên çavdêr hatin avakirin, kesên ku li derve çalakiya xwe berdewam dikirin jî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha Mêrdînê ku ku 104 girtî lê di çalakiyê de ne bi parêzeran re û bi ambulansan li bendê ye ku girtiyên çalakger rakirin nexweşxaneyê. Ji bo girtiyan beşa nexweşiyên hundirîn hat amadekirin û hat îdakirin ku wê nexweş ji aliyê doktorekî ji Amê bê bên şopandin.
Heyetên çavdêr ku ji sê koman pêk tên hatin avakirin
Sê komên çavdêr ku ji ÎHD, SES û TTB'ê pêk tên wê rewşa çalakgeran bişopînin. Hat diyarkirin ku wê parêzerên ÎHD'ê jî bi kesên ji girîtîgehê tên swk kirin mijûl bibin û wê tendirustvanên li derve jî bi 5 çalakgerên li derve di grevê de ne re mijûl bibin. Herwiha hat ragihandin ku komeke din jî bi kesên çalakger ku ji girtîgehê bên sewkirin re wê mijûl bibe. Herwiha hat diyarkirin ku 5 kesên ji girtîgehê derketine û çalakiya xwe li malê berdewam dikin jî wê sewkî Amedê bên kirin.