Naîme û Sevîcan ên di grevê de: Ev tenê ne serkeftina me ya hemû Gelê Kurd e

  • 12:52 26 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Çalakgerên Greva birçîbûnê Sevîcan Yaşar û Naîme Çelîk ku bi kelecaneke mezin daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê derbarê hevdîtina bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirin dan pêşwazî kirin, diyar kirin ku peyama hatiye ragihandin gelek girîng e û ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye.   
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku got "astengiyên li pêş hevdîtinê rabûne" di 6'ê Gulanê de çûn Gîrtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê û hevdîtin kirin. Parêzeran piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan. Naîme Çelîk a ku ji 1'ê Adarê de i girtîgehê dest bi grevê kir, piştî di 28'ê Adarê de hat berdan çalakiya xwe li mala xwe berdewam dike û Naîme Çelîk a ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê dest bi grevê kir û piştre hat binçavkirin û gitin ku piştî di 5'ê Nîsanê de hat berdan çalakiya xwe li mala xwe berdewam kirin Sevîcan Yaşar daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê li mala xwe ji televîzyonê temaşe kirin. Sevîcan û Naîme ya ku kêfxweşiya xwe bi hembêzkirina li kesên derdorê anîn ziman diyar kirin ku daxuyaneke girîng e. 
 
Naîme di saxftina xwe de wiha got: "Ev tenê ne serkeftina me ye, serkeftina tevahiya Gelê Kurd e. Berxwedana dayikên laçik spî ye. Ji bo me tişta girîng agahiyeke ji Abdullah Ocalan bû. Ew agahî jî hat."
 
Sevîcan Yaşar wê têkoşîna me bidome
 
Sevîcan diyar kir ku daxuyanî ji bo gelan gelek girîng bû û wiha got: "Wê têkoşîna me bidome. Ev serkeftina her kên ku piştgirî dan me ye."