Fadîle Tok: Em ê heta dawiyê li ser şopa Rêberê xwe bin

  • 12:48 26 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok 129 roj in di greva birçîbûnê de ye û li ser daxuyaniyê Rêberê PKK’ê Abudullah Ocalan wiha nêrînên xwe got: "Heta dawiyê em ê li ser şopa Rêberê xwe bin."
 
Ji bo bi dawîkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi pêşengtiya Leyle Guven ve çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem bêdeorveger ev 200 roj bû hatibû despêkirin. Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok ku ev 129 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye li ser daxuyaniyê Rêberê PKK’ê Abudullah Ocalan ji ajansa me re axivî. 
 
Fadîle Tok di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: "Li dijî tecrîdê 200 roj in berxwedanek heye. Herî dawiyê di 22'yê gulanê de parêzeran bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Mîmarê aştî û biratiya gelê Rojhilata Navîn Rêber Apo, nêrînên di derbarê greva birçîbûnê de vegot."
 
Fadîle, qala fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha berdewam kir: “Ew daxuyaniya ku Rêber Apo ji bo çalakgeran dayî gelek girîng e. Daxwazên Rêber Apo, daxwazên hemû gelan e. Em mînetarên Mazlûman, Zulkufan ne û em mînetarê afrînerên azadiyê ne ku ev 20 sal in ji bo aştiyê ked didin. Em mînetarê berxwedêrên vê demê ne.”
 
Fadîle bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku Rêber Apo gotiye pêwiste hûn hevaltiya min bikin, em soz didin ku em çalakvan,  ji îro pêve dê heta dawiyê bi fikir û ramanê Rêberê xere bin. Em ê layîqê soza ku me dayî bibin. Îro em di meha Remazanê de ne û meheke berekete ye. Îro xebera xêrê ji bo me hat. Em ê heta dawiyê li pêy şopa fikrên Rêberê xwe bin.”