Peyama Abdullah Ocalan li Herêma Federal a Kurdistanê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
- 12:17 26 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Peyama Abdullah Ocalan a ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê li navendên grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Silêmanî, Kelar û Mexmûrê bi çepik û keyfxweşî hat pêşwazîkirin.
Daxuyaniya ku parêzên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Stenbolê daye çapemeniyê, wekî li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, li navendên grevên birçîbûnê yên li Herêma Federal a Kurdistanê jî bi baldarî hat şopandin. Daxuyaniya parêzeran û peyama Abdullah Ocalan a ji bo çalakvanên grevên birçîbûnê, ji aliyê çalakvanan ve li ser piyan bi çepikan hat pêşwazîkirin.