Abdullah Ocalan: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku gîhaştin aramanca xwe divê bi dawî bibin

  • 11:41 26 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi rêya parêzerên xwe peyam şand wiha got: "Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku gîhaştin armanca xwe divê bi dawî bibin."
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê daxuyaniyê didin çapemeniyê. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut li Otela Titanic Downtown a Beyoglu daxuyanî dan. 
 
Daxuyanî ji aliyê Rezan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut ve hat dayîn.
 
Di serî de Newroz Uysal daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrînê xwend û wiha got: " Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku divê greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku gîhaştin armanca xwe bi dawî bibin."
 
Piştî wê peyama Abdullah Ocalan a ku bi dest nivîsî bû hat xwendin. Peyam  wiha ye: "Hevrêyên hêja; Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, di çarçoveya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min de, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi hêsanî destnîşan dikim ku mexseda we ya ji bo min diyar e û hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî we dikim.
Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin. 
Bi hezkirin û silavên bê dawî."