'Ne çek lacikên spî di destê dayikan de ne'
- 10:40 26 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbîna Mêrdînê Perîhan, got ku dayik îro li kolanan ji bo azadiyê têdikoşin û wiha domand: “Kesên ku dayikan derp dikin aştî, azadî, mirovatiyê û edaletê derp dikin. Ew çixwasî êrîşên dayikan bikin jî ew dayik dev ji kolanan bernadin. Di destê dayikan de ne çek, laçikên spî hene.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colamêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Adbullah Ocalan da destpêkirin di roja 200'î de berdewam dike. Ji 1’ê Adarê de jî li hemû girtîgehan ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiya xwe didomînin. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê. Rewşa girtiyan hatiye astek krîtîk û dayikên girtiyan jî li kolanan û ber girtîgena bi laçikên spî çalakiya li dar dixin. Dayikên ku li kolan û ber girtîgehan çalakiyan li dar dixin rastî êrîşên polîsan tên û tên derp kirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbîna Mêrdînê Perîhan Altuk êrîşên li hemberî dayikan nirxand.
Perîhan Altuk, tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girankirin nirxand û anî ziman ku hemû cihan, dewlet û dewlet dizanin ku Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kirine “Serok” û wiha got: “Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye serok. Hemû gelê cihanê jî dizane ku ew lîderê cîhanê ye. Serok ji bo aştî û azadiyê ketiye vî rewşê. Serok dixwaze ku hemû Gelê tirk, kurd, ereb, çerkez û hwd. bi hevdû re di nav wekheviyê de bijîn. Serok îro ji bo azadî gel xwe sîper kiriye. Gelê Kurd jî îro ji ber vî dibêjin bila ev tecrîd rabe û bila ev xwîn bisekine. Em Dayikên Aştiyê her tim aştî û azadiyê dixwazin. Ji bo ku tecrîda li ser Serok bê rakirin li gelek girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin. Çalakvanên grevên birçîbûnê îro li ber mirinê ne. Ger ku di girtîgehan de şehadet çêbibin dê li Tirkiyeyê felaketên mezin çêbibin. Em naxwazin ku şahadet çêbibin, em dixwazin ku ev xwîn bêsekinandin û aştî çêbibe. Ger ku îro zarokên dayikên tirkan di vî rewşê de bûna gelo ew ê çibikirana? Dayikên tirkan îro vî nabînin?"
'Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye'
Perîhan, bal kişand dayikên ku ji bo rakirina tecrîdê û bi dawî bûna grevên birçîbûnê li gelek bajaran çalakiya li dar dixin û bi lêv kir ku daxwaza dayikan ew e ku tecrîda Îmraliyê bê rakirin hevdîtin pêk bên û grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Perîhan, ev tişt got: “Dema ku bi Serok re hevdîtin bên kirin ev xwîn û ev şer dê bisekine. Ji ber ku mifteya çareseriya vî pêvajoyê di destên serok te ne. Ger ku tecrîd neyê rakirin jî zarokên kurdan bi biryarin û ji rê ya xwe paşve venagerin. Dayik dema zarokên wê di greva birçîbûnê de ye kezeba wê dişewite. Bifikirin ku çalakiyên wan 100 rojan derbas kiriye. Ji ver vî jî êdî xew nakeve çavên me û em nikarin tu tiştî bixwin. Di ola Îslamê de edalet û hiqûq heye. Em jî edaletê dixwazin."
‘Wan dayikan navê aştiyê li xwe kirine’
Perîhan, di dirêjiya axaftina xwe de got ku dayikên îro di kolanan de ji bo azadiyê têdikoşin û wiha domand: “Wan dayikan navê aştiyê li xwe kirine. Lê kesên ku dayikan derp dikin aştî, azadî, mirovahî û edaletê derp dikin. Ew çixwasî êrîşên dayikan bikin jî ew dayik dev ji kolanan bernadin. Çek di destên dayikan de tune ye, laçika spî di destên wan de hene.”