Dayika Selma Irmak a di grevê de:Ji bo berxwedanê hata dawî bi biryar in
- 10:20 26 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Dayika parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak ku ji 15'ê Çileyê de li Girtîgeha Hejmar 1 a Kandrayê di greva birçîbûnê de ye Emîne Irmak diyar kir ku Selmayê gelek kîlo daye û wiha got: "Keça min ji ber êşa serê xwe heta sibehê ranazê. Lê dibêjin ku encam çi dibe bila bibe ew ê heta dawî li ber xwe bidin."
Çalakiya Greva birnîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkirin berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê li girtiyên ku li girtîgehê greva dabûn destpêkirin bi hezaran girtî zêde bûn û grev li hemû girtîgehan belava bû. 30 girtiyên ku çalakiya xwe gaveke din pêşevbirin jî di navbera 30'ê Nîsanê û 10'ê Gulanê de dest bi rojiya mirinê kirin. Yek ji van girtiyên ku ji 15'ê Çileyê de di çalakiya grevê de ye jî parlamenetera berê ya DHP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak e.
Di çalakiya greva 2012'an de jî cih girt
Selma ya ku cara yekê di 1994'an de ket girtîgehê 3 sal û 10 mehan girtî ma. Di sala 2009'an de jî di bin navê Operasyona KCDK'ê de dîsa hat girtin. Selama di sala 2012'an de ji bo çareserkirina pirsigirêka kurd û ji bo diyaloga bi Abdullah Ocalan re bê danîn û fermîkirina zimanê kurdî bi gelek girtiyan re li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ku 68 rojan berdewam kir. Selama ya ku niha jî li Girtîgeha Hejmara 1 a Kndrayê di grevê de ye, dayika wê Emîne Irmak derbarê keça xwe selam û girtiyên din agahî dan.
'10-11 kîlo dane'
Emîne derbarê hevdîtina ku bi keça xwe re kir de ev agahî dan: "Rewşa wê xirab e, nikare li ser piyan bimîne. 10 -11 kîlo dane. Ger hûn wê bibînin hûn nema nas dikin. Em nizanin wê çi bibe. Mirov nizane ku wê ji zaliman re çi bibêje. Li girtîgehê di navbera 4 dîwaran dene enerjiya wan jî tune ye. Dema min rewşa wê dît du rojan bi ser hişê xwe naehatim. Selma gelek guheriye lê dîsa jî dibêjin ya ku baş xuya dike ew e yên din rewşa wan xiraptir e. Tişta ji destê me bê em ê bikin. Keça min li ber çavên min dihele û nikarim tiştekî bikim. Diêje ez başim."
'Ji ber êşa serê xwe nikare razê'
Emîne diyar kirk ku li gel rewşa wê ya xirab jî Selma ne ji berxwedana xwe û ne jî ji kenê xwe tawîz nedaye. Emîne got ku selma ji ber tansiyonê nikare pirtûk û rojnameyan bixwîne û wiha got: "Kesên ku ev rewşa xirab bi me dan jiyîn bila belaya xwe ji xwedê bibînin. Divê em xwedî li berxwedana wan derkevin û mezin bikin. Ger ku em vê nekin wê zarokên me li ber çavên me bihelin. Kesên di rojiya mirinê de rwşa wan xirabtir e. Dem dema xwedîderketina li berxwedanê ye. "