Parêzerên Abdullah Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
- 09:47 26 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê îro saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku wê têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê daxuyaniyê bidin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Me di 22'ê Gulana 2019'an de bi muwekilê me Birêz Ocalan ê li Girtigeha Tîpa F a Îmraliyê dimîne re hevdîtin kiriye. Têkildarî vê hevdîtinê îro (26.05.2019) saet di 11.00’an de em ê li Otela Titanic Downtown a Beyoglu daxuyaniyê bidin. Em hemû xebatkarên çapemeniyê dawetî daxuyaniyê dikin. Piştî daxuyaniyê wê bersîva pirsan neyê dayîn. "
Piştî Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî bidin, wê girtî jî bi daxuyaniyek nivîskî peyama xwe ragihînin. Li ser navê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 200 rojin di grevê de ye jî, li bendê ye ku parlamenterên HDP'ê yên li avahiya HDP'ê di grevê de ne wê daxuyanî bidin. Peyama Guven wê saet di 13.00’an de li avahiya HDP'e ya Amedê bê xwendin.