Çalakiya rojiya mirinê di roja 27’emîn de ye

  • 09:20 26 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya koma yekem a li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin berdewam dike, her wiha rojiya mirinê ya15 girtiyan da destpêkirin jî di roja 27’an de ye. Di 10'ê gulanê de 15 girtiyên din jî dest bi rojiya mirinê kirin û di roja 17'an de ye.  
 
Girtiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan ketin grevê, çalakiya xwe derbasî astek din kirin û di 30’ê nîsanê de çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin. Li girtîgehên wek Amed, Wan, Bakirkoy û Gebzeyê 5 jê jin bi giştî 15 girtî ketin çalakiya rojiya mirinê û çalakiya wan ket roja 27’an. Girtiyên li dijî bêdengiya rayedarên dewletê û bêhestiyariyê çalakî veguhertin rojiya mirinê wiha gotin: “Yên qêrîna berxwedana me ya bilind dibe, nabihizîn û nabînin divê carekê derbarê mirovahiya xwe de lêpirsînê bikin. Em ê teqez berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û bi ser kevin.” Di 10'ê gulanê de 15 girtiyên din jî dest bi rojiya mirinê kirin û di roja 17'an de ye.  
 
Girtiyên ketine rojiya mirinê piranî berê di grevê de bûn.
 
Girtiyên ketine rojiya mirinê wiha ne: 
 
Asli Dogan:Li Karakoçan a Elezîzê hatiye dinê. 36 sali ye. 19 sal ceza girtiye. 14 sale girtiye. Li girtîgeha jinan a Gebzeyê ye.
 
Zozan Çîçek: di 1992’an de li Amedê hatiye dinê. 9 sal û 9 meh ceza girtiye. 3 sale di girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye.  Ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de bû.
 
Nesrîn Akgul: Li Gimgim a Muşê hat dinê. Di 15’ê Çile de tevlî greva birçîbûnê bû. Ji 2008’an de ye girtiye û 18 sal ceza lê hatibû birin. Niha li girtîgeha Bakirkoy a jina ye.
 
Şukran Aydin: Ji Erziromê ye û 22 salî de li Dîlokê hat girtin, rastî îşkenceyê hat û 12 sale girti ye.  130 sal ceza danê. Şukran  li girtîgeha Bakirkoy a jinan girtiye.
 
Ardil Çeşme: Li Licê ya Amedê hat dinê. Di 1994’an de cezayê muebetê lê hat birîn. Li girtîgeha jinan a Gebzeyê di 1’ê Adarê de tevlî grevê bûbû
 
Ahmet Topkaya: Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Ji 1’ê Adarê de di grevê de bû.
 
Ferhat Turgay: Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye, cezayê muebetê girtiye û tevlî rojiya mirinê bûye.
 
Ergîn Akhan: Ji Muşê ye. di 2015’an de li Amedê hatiye girtin li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye.
 
Enver Donmez: Ji Wêranşar a Rihayê ye. Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye. Ji 1’ê Adarê de di grevêde bû.
 
Abdulhalik Kaplan: Ji Licê ye, li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye.
 
Îhsan Bulut: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye.  Di 23’ê Sibatê de ket greva birçîbûnê û di 30’ê Nîsanê de ket rojiya mirinê.
 
Ahmet Anigi: 26 saliye. Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye û ji 1’ê Adarê de di grevê de bû.
 
Ozhan Ceyran: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye. Tevlî rojiya mirinê bû.
 
Vedat Ozagar: Li girtîgeh Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye, tevlî rojiya mirinê bûye.
 
Erol Çelîk: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye, tevlî rojiya mirinê bûye.
 
15 girtiyên din dest bi rojiya mirinê kirin
 
Herwiha girtiyên 15 girtiyên PKK û PAJK'ê di 10'ê Gulanê de dest bi rojiya mirinê kirin.  Navên kesên ku di koma 2'emîn a rojiya mirinê de cih girtin wiha ye: 
 
"Ji Girtîgeha Kandirayê
 
Yaşar Cînbaş
 
Muhammed Înal
 
Diyadin Akdemir
 
Engîn Kahraman
 
Ji girtîgeha Boluyê ya TÎPA F'yê
 
Îbrahîm Dogan
 
Ahmet Emîn Eren
 
Mustafa Taştan
 
Ji girtîgeha Panosê;
 
Sena Efe,
 
Burhan Şik
 
Faysal Atak
 
Şafii Kayhan
 
Ji Girtîgeha Tekîrdagê ya hejmar 1'ê
 
Reşat Ozdîl
 
Ji Girtîgeha Tekîrdagê ya hejmar 2'ê
 
Zekî Bayhan
 
Yilmaz Yildiz
 
Ji girtîgeha Wanê ya bi Ewlehiya bilind
 
Saît Ozturk"