Çalakiya Leyla Guven di roja 200'î de ye

  • 09:16 26 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 200'î de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 200'î de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.
 
Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 187'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 161'an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 127'an de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 135'emîn de, ya Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin di roja 162'yemîn de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 132'yan de. Her wiha çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû didomin.
 
5 jê jin 30 girtî di rojiya mirinê de ne
 
15 girtiyên ku 3 demsalan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin, piştî 30'ê nîsanê asta çalakiya xwe bilind kirin û dest bi "rojiya mirinê' kirin. Çalakiya girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin di roja 27'emîn de berdewam dike. Herwiha girtiyên PKK'ê û PAJK'ê  diyar kiribûn ku ew ê di 10'ê gulanê de 15 girtiyên din jî dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn di roja 17'an de ye. 
 
Çalakiya grevê ya parlamenteran
 
Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarîsaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike. 
 
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
 
Sedat Akin, Gurbet Ektîren, Mahsun Şen, Mûrat Aksin, Semra Alkan û Îhsan Sinmiş çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan, niha li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.
 
Mahsum Şen ê ku 3 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ma ku di greva birçîbûnê de bû piştî di 17'ê Nîsanê de hat tehliyekirin biryar da ku çalakiya xwe ya grevê li mala xwe berdewam bike. Îsmet Yildiz ê ku ji ber di 3'yê Adarê de li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi grevê kir hat binçavkirin, piştre hat berdan dîsa çalakiya xwe berdewam kir, lê ji ber ku dîsa çalakiya xwe berdewam kir vê carê hat binçavkirin û piştre jî hat girtin çalakiya xwe niha li girîtîgehê berdewam dike. 
 
Li dîjî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn
 
Li bajarê Almanya yê Krefeldê di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê  li ber dadgehê bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpetê Mahsûn Pamay, Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T Siraç Yuksek, li Girtîgeha Tîpa T F Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakya fedayî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.