Piştî texrîbata qeyûm ji bo jinan xebatên nû hatin destpêkirin
- 09:04 26 Gulan 2019
- Rojane
Hîkmet Tunç
WAN - Civaknas Neslîhan Şedal da zanîn ku li Qelqeliyê di serî de mirinên bi guman ên jinan, li dijî hemû pisgirêkên jinan wê projeyan bikin jiyanê û bang li jinan kir û got wê navçeyê bi rengê jinan bixemilînin.
Civaknas Neslîhan Şedal ya di dema DBP’ê de di şaredariya Qelqeliyê ya Wanê de dixebitî piştî qeyûm dawî li peywira wê hat. Neslîhanê ku li dijî biryara qeyûm doz vekir, piştî HDP di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser ket dîsa hat ser peywira xwe. Neslîhanê der barê projeyên wê li navçeyê bikin jiyanê de axivî.
Neslîhanê got Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê di dema berê de di bin sê yekîneyên wek Pêşxistina Aboriya Jinan, Perwerde û Lêkolînê xizmet meşandine û piştî qeyûm ev yekîne hatine girtin.
‘Em îcar zêdetir bi îdiane’
Neslîhanê got di dema berê de li dijî her cureyê şîdeta li ser jina, û zayenda civakî semîner û perwerde pêk anîne û wih agot: “Me di vê pêvajoyê de gelek serlêdan girtin. Me îfadeyên jinan esas girt û bernameyên cuda digirt. Me dîsa wê demê projeyên cuda yên der barê aboriya jinan de xist jiyanê. Lê qeyûm hemû xesp kirin. Lê ez dikarim bêjim ku em îcar zêdetir bi îdiane.”
Neslîhanê destnîşan kir ku mirinên biguman yên li navçeyê zêde dibin girêdayê bingeha sosyolojîke û got hema hema di nav 2-3 mehan de 4-5 jin întîxar dikin û li pişt van mirinan gelek sedem hene.
‘Hedema me em çareseriyê pêş bixînin’
Neslîhanê bi lêv kir ku der barê sedema ku jinan dibin întîxarê de projeyan wê pêş bixînin û wih agot: “Di pêvajoyê de dema întîxar pêk dihatin em diçû lêkolîn dikir. Bêguman me ji bo pêşî girtinê jî xebat û perwerde pêk dianî. Lê niha em wê li dijî întîxaran projeyên cuda cuda pêş bixînin. Di bin întîxaran de gelek sedem hene. Dema mirov li bingeha sosyolojîk dinêrin tu razemeniyek aborî tune. mêr zêdetir di înşatan de dixebitin. Mêr diçin bajarên din û jin jî bi malbatên qerebalix de dijîn. Divê jin parastina xwe ya cewherî ji nûve bidest bixin. Em ê der barê vê de jî li her gundî xebatan bimeşînin.”
Neslîhanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê bi atolyeyên ku li taxan ava dikin li dijî şîdet, îstîsmar û tacîzê jinan perwerde bikin û bi vî awayî wê jin zêdetir li dijî pirsgirêkan bibin xwedî hewlest. Neslîhanê bang li jinan kir ku bila wê bi hev re bixebitin û Qelqeliyê bi rengê jinan bixemilînin.