'Bingeha serkeftin a şoreşa azadiya jinê guhertina hişmendiyê ye'
- 09:01 26 Gulan 2019
- Rojane
Civîn Husên- Rojda Seyîdxan
QAMIŞLO - Endama Rêxistina Sara ya Li dijî tundiya li ser jinê Muna Ebd-Elselam derbarê rewşa jin û zarokan û bûyerên jin ên herî dawî çêbûn de, nirxandin kir. Muna diyar kir ku di pergala li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê de ji sedî 70 jin cihê xwe di rêveberiyê de digirin û got:" Êdî têkoşînek bilindtir ji bo guhertina hişmendiya tevahî civakê pêwîst e."
Têkildarî rewşa jin û zarokan a di pergala Netewa Demokratîk ya li herêma Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê de û tundiya li ser jinê Endama Rêxstina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Muna Ebd-Elselam têkildarî mijarê de ji ajansa me re axivî. Munayê got:"Bingeha serkeftin a şoreşa azadiya jinê guhertina hişmendiyê ye."
'Pergala Netewa Demokratîk di astên jiyanê de rola pêşketinê lîst'
Muna wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dema mirov rewşa jin û zarokan li herêma Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê binirxîne dibîne ku gelek gavên bi nirx û pîroz hene. Di nav salên têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê de guhertinek erênî di nav civakê de çêbû, pergala Netewa Demokratîk di astên jiyanê de rola pêşketinê lîst. Bi taybet di aliyê jinê de erkê ku diket ser milê wê baş nirxand û pêk anî, di hin aliyan de kêmanî jî hebûn, lê ji ber ku gavên destpêkê bûn. Îro di pergala heyî de ji sedî 70 jin kar dikin û êdî di tevahî astên rêveberiyê de cih girtine. Pergala Netewa Demokratîk di astên jiyanê de rola pêşketinê lîst."
'Tundî û zextên li ser jinan encamên ne perwerdekirina civakê ye'
Munayê balkişand li ser bûyerên herî dawî li herêmê çêbûn û got: "Di aliyê aborî de êdî jin dikarin xwe bi xwe xwedî bikin û ev tundî nemaye, lê belê hîn tundiya civakî heye û car caran derbasî jiyanê dibe, ew jî encamê zexta li ser jinan e. Nefêmkirin û ne perwerde kirina jin û mêr rê li tundiyê vedike. Di malbatan de tundî heye û carna digihêjê asta qetilkirina jinê. Li herêma Cizîrê di 4 mehan de şeş jin ji aliyê hevjînê xwe hatine qetilkirin. Di gelek aliyan de têkoşînek pir xurt heye û gelek rengên tundiyê nemane. Tevlîbûna jinê serkeftin e. Lê belê hîn di aliyê hişmendiyê de zehmetiyan dikşînin, zihniyeta baviksalar ku xwe serokê jin dibîne, dema jin li gorî wî tev negere wê qetil dike."
'Divê ku jin xwedî li mafê xwe derkevin, êdî rêxistin û zagonên jinê parastina wan bikin'
Muna anî ziman ku hevgertinek xurt ya jinan pîwîst e û got:" Ji bo ku guhertina hişmendiyê di civakê de bi têkoşîna jinekê yan rêxistinekê tenê bi ser nakeve, bi têkoşîna tevahî rêxstinên jin bi hev re wê azadiya jinan mîsoger bibe. Ev yek gelek têkoşîn û dem dixwaze. Ji bo ev hişmendiya ku jin di asta duyemîn de dibîne ji kokê tune bibe divê ku civak zanibe ku mafekî jinê windayî di hundirê civakê de heye. Jiyana hevbeş û wekheviya di navbera jin û mêr de divê pêk were. Ji bo ku ev jin werin parastin di pergala li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê de zagonên jinê hene, ku mafê wê qanûnî heye, ev zagon di asta herî jor de piştgiriya jinê dikin. Divê ku jin mafê xwe nas bike, xwedî lê derkeve û di nav lêgerînê de be. Bi vê armancê ku jin mafê xwe nas bikin hemleya me' Jin jiyan e, jiyanê nekuje', li herêma Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ji bo jin û mêr ev hemle tê meşandin ji bo hişyarkirin û perwerdekirina civakê."
'Li hemberî bûyerên qetilkirinê, dengê raya giştî bilind dibe'
Munayê wiha dom kir: "Ji bo zanekirina jinan û rêgirtina li ber tundiyê gelek rêbaz hatin meşandin, lê bi semîner, meş û daxuyaniyan ne bes e. Ev bûyerên tundî û qetilkirinê êdî di çapemeniyê de tên teşhîr kirin û li hemberî van kesan dengê raya giştî bilind dibe. Edaleta jin ku cezayê herî giran bide van kesan. Her wiha di hemleya me de ji bo zarokan têkoşînek mezin heye, ku gelek zarok ji mafê xwe yê xwendinê qut bûne û di cihê kar de ne, divê ku zaroktiya xwe bijîn, em bi mijarek nû semîner û xebatê xwe di nav civakê de pêş dixin."
'Bingeha serkeftina şoreşê azadiya jinê ye'
Muna herî dawî bang kir û got: "Banga me ji tevahî jinan re ew e ku xwedî li mafê xwe derkevin, dengê xwe bilind bikin, tundîyê li ser xwe qebûl nekin, armanca me ew e kesayeta jinê ava bikin. Divê jin ji bo azadiya xwe her di nava tevgerê de be. Bingeha serkeftin a şoreşa azadiya jinê guhertina hişmendiyê ye. Wê civakek durist û demokrat ava bibe. Soza me ji tevahî jinan re ku em rê li pêşiya tevahî rengên tundiyê bigirin, xwedî li mafê wan derkevin û bibin bersiv ji bo hemû jinan."