ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 26 Gulan 2019
  • Rojev
*Endama Rêxistina Sara ya Li dijî tundiya li ser jinê Muna Ebd-Elselam derbarê rewşa jin û zarokan û bûyerên jin ên herî dawî çêbûn de, nirxandin kir. Muna diyar kir ku di pergala li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê de ji sedî 70 jin cihê xwe di rêveberiyê de digirin û got:" Êdî têkoşînek bilindtir ji bo guhertina hişmendiya tevahî civakê pêwîst e." DÎMEN HEYE
 
*Derhêner Denîz Çankaya Salmanli diyar kir ku belgefîlma wê ya ku têkoşîna jinên bi KHK’ê hatine îxrackirin a bi navê ‘Hêza Heqîqetê’ ji çîroka jiyana mirovan a rast xwedî bûye û got jiyana mirovan li Tirkiyeyê di şevekê de dikare biguhere. BI DÎMEN
 
*Civaknas Neslîhan Şedal da zanîn ku li Qelqeliyê di serî de mirinên bi guman ên jinan, li dijî hemû pisgirêkên jinan wê projeyan bikin jiyanê û bang li jinan kir û got wê navçeyê bi rengê jinan bixemilînin. BI DÎMEN
 
*Li taxa Kadîfekale ya ku îstîmlak tê plankirin, jinan bertek nîşanî bûyerê dan. Jinên 50 sal e li taxê dijîn diyar kirin ku kî bê ewil mudaxaleyî jiyana wan dike û got ew bacê didin lê beyî wan plan tên kirin.BI DÎMEN
 
*Li Amedê jinên esnaf diyar kirin ku ji bo dukanên xwe negirin li ber xwe didin û diyar kirin ku krîza aborî ne tenê li ser bêrîka wan, li psîkolojiya wan jî bandor kiriye.BI DÎMEN