Girtiyê ku bi dayika xwe re axivî: Dayik bûn mîlîtanên vê pêvajoyê

  • 17:33 25 Gulan 2019
  • Rojane
ANKARA - Dayikên li Enqereyê 12 roj in ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Enqereyê di nav hewldanan de ne. Girtiyê bi navê Cengîz Dogan bi rêya telefonê ji dayikan re peyam şand û wiha got: "Dayik bûn dengê berxwedana me. Dayik bûn mîlîtanên vê pêvajoyê."
 
Dayikên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ku di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de ne 12 roj in li Enqereyê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalaki dayikan îro jî dom kir. Cengîz Dogan ê ku li Girtîgeha Alî Aga ya Îzmîrê ji 1'ê adarê heta îro di grevê de ye dayika xwe Şukriye Dogan re bi rêya telefonê axivî. Hemû dayik guhdarê peyama Cengîz kirin.
 
Cengiz di serî de dayikan silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em li benda daxuyaniya parêzeran in. Rewşa me hemûyan baş e. Me meraq nekin. Bi rastî dayik bûn dengê berxwedana me. Berxwedana me ji hêla dayikan ve hat meşandin. Hêj çalakiya me didome. Silavên hemû rêhevalên me hene û meraqê me nekin. Bi berxwedana we hevdîtin pêk hat. Heke bedelek bê dayîn em ê bedel bidin. Dayik bûn mîlîtana vê pêvajoyê. Ji bo me tişta esasî serokê me ye û rakirina tecrîdê ye."
 
Li ser navê dayikên di çalakiyê de ne Nafiye Yîgît ji Cengîz re axivî û wiha got: "Em silavê xwe ji we re bi rêdikin. Me soz daye zarokên xwe, encam çî dibe bila bibe em ê li pêy zarokên xwe bin."