Şandeya TOHAV'ê li Rihayê ye

  • 16:43 25 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Şandeya TOHAV, ji bo ku îşkenceya li dijî kesên li Xelfetî hatin binçavkirin lêkolîn bike, hat Rihayê. 
 
Seroka Giştî ya Weqfa Lêkolînên Hiqûqa Civakî (TOHAV) Dîdar Erdem û Endamê Desteya Rêveber Parêzer Abdulkadir Karahan ji bo ku îşkenceya li dijî 51 kesên piştî pevçûna li Taxa Dêrto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê rûda hatin binçavkirin lêkolîn bikin hatin Rihayê.  
 
Dîdar û Abdulkadir, derbarê îşkenceya dibin çavan de, agahî ji Serokê Baroya Riha Abdullah Oncel, Endamên Navenda Mafê Mirovan a Baroyê û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan girtin.
 
Dîdar Erdem, li Baroyê daxwuyaniyek kurd da û wiha got: “Îşkence sûcê mirovahiyê ye û di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de weke sûc tê dîtin. Xebatên me berdewam dikin û em ê encama xebatên xwe bi rêya çapemeniyê, ji raya giştî re parve bikin.”