Dayikan li Wanê çalakiya rûniştinê pêk anîn
- 16:30 25 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Malbatan li Wanê ji bo piştgiriya xizmên xwe yên ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li Wanê ji bo piştgiriya xizmên xwe yên ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakî li Kolana Egemenlikê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Endamên TUAYDER'ê, DBP, Rêvebir û endamên HDP'ê beşdarî çalakiyê bûn.
Polîsan diyar kirin ku bi biryara walîtiyê çalakî hatine qedexekirin. Li ser vê yekê Dayika Aştiyê Hanife Kaçak anî ziman ku ew tevî îradeya 7 hezar girtiyên di grevê de ne li berxwe didin û hewl didin ku ev yek di raya giştî ya cîhanê de deng vede û bêdengiya hukumetê rexne kir. Hanifeyê got:"Armancek me heye û em ji bo vê yekê li berxwe didin."
Çalakiya dayikan bi çepikan bi dawî bû.