Çalakiya greva birçîbûnê ya li Qamişloyê di roja nehan de didome
- 15:55 25 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Qamişloyê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hatiye lidarxistin di roja nehan de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiye Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were şikandin û daxwazên çalakgerên grevê pêk werin hatiye despêkirin, di roja nehemîn de didome. Li Parka 19'ê Tîrmihê ya kantona Qamişloyê bi dirûşmeye "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk misoger bikin", Ev neh roj in konê çalakiya greva birçîbûnê hatiye vedan. Piştî bajarê Qamişloyê, li navçeya Amûdê û Tirbespiyê jî 140 çalekvan ji navçeye Girkêlegê beşdarî çalakiya konê grevê bûn. Dê 2 rojan di nava çalakiyê de bin.
Di roja nehan de koma navçeye Tirbespiyê veguherî koma navçeye Girkêlegê, berî ku bernameyê çalekvana dest pê bike deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Paşê çalakvan derbasî konê çalakiyê bûn.
Li ser navê çalakvanan axaftin hatin kirin, kesên ku axivîn wiha gotin: "Di destpêkê de em çalakvanên greva birçîbûnê li her çar parçeyên Kurdistanê silav dikin. Avakirina keseyatên bi nirx ku canê xwe ji bo doz û mafê gel dihelînin ne tiştekî hêsan e. Jina kurd Leyla Guven çawa karîbû pêşengtiya grevên birçîbûnê bike û bibe pêşenga vîn û azadiyê mirovan ev wê dîrok di nivîsandina wê qehremaniyê de be. Helbet em di rewşeke hesas de derbas dibin îro li tevahî dunyayê pilan li ser gelê kurd tên kirin, ji ber ku projeya demokratîk ne li gorî berjewendiyên deshilatdara ye, ji bo wê jî xwestin azadiya me asteng bikin û Rêberê me tecrîd bikin. Em ne mirovên ku zoriyê li ser xwe qebûl bikin gelê kurd her fêrî tekoşînê bûne em ê jî bi ser kevin."
Piştî dawîkirina axaftinan çalakvanann bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina kurd Leyla Guven û hevalên wê çalakiya xwe geş kirin.
Li gorî bernameyê çalakiya Navçeya Girkêlegê wê di danê êvarê de semîner li ser rastiya Abdullah Ocalan û jiyana gelê şoreşger were dayîn, her wiha wê komên stranan li gel çalakvanan stranên xwe vebêjin.
Tê payîn ku piştî navçeya Girkêlegê wê li navçeye Dêrikê konê çalakiyê û paşê wê ev grev derbasî kantona Hesekê bibe.