Malbatên girtiyan li Bahçelîevlerê tecrîd şermezar kirin

  • 15:07 25 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva biriçîbûnê û rojiya mirinê li Bahçelîevlerê daxuyanî dan û tecrîd şermezar kirin. Leyla Akyildiz, di çalakiyê de wiha got: "Em dayikên bi laçik spîne û em tenê aştiyê dixwazin û em ê her tim li pêy zarokên xwe bin."
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya rojiya mirinê û greva birçîbûnê malbatên girtiyan îro jî li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ya Bahçelîevlerê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum û gelek welatî piştgirî da malbatan. Li ser navê malbatên girtiyan dayika Leyla Akyildiz a ku girtî Leyla Akyildiz daxuyanî da. 
 
Leyla, bal kişand ser êrîşa polîsan û wiha axivî: "Li dijî êrîş û derp kirina polîsan me dest ji çalakiya xwe ya rûniştinê berneda. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê dê çalakiya xwe bidomînin. Em her tim li pêy zarokên xwe bin."
 
Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser diyalogên bi polîsan re û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me jî polîsan re got cîhan mezin e û têra me hemûyan dike. Em dayik in. Hûn çima êrîşê li me dikin. Zarokên me di grevê de ne û em dilê me dişewite. Em nayên seyranê, em ji bo zarokên xwe tên li vir. Hûn çi bikin jî em ê li vir bin. Ez bang li Serokwezîr û Wezîrê Dadê dikim, hûn çima dengê me nabhisin. Em aştiyê dixwazin, hûn me dikûjin. Ev der axa me ye jî."