Xizmên windayan ên Amed û Êlihê li aqubeta windayan pirsîn

  • 15:04 25 Gulan 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Di çalakiya rûniştina 537'emîn a ji aliyê ÎHD û xizmên windayan pêk tê de vê hefteyê li Amedê li aqubeta Hasan Esenboga yê di 1994'an de hat windakirin hat pirsîn. Her wiha li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafen mirovan li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan di hefteya 443'an de li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan.
 
Di çalakiya rûniştina 537'emîn a ji aliyê ÎHD û xizmên windayan pêk tê de vê hefteyê li aqubeta Hasan Esenboga yê di 1994'an de hat windakirin hat pirsîn. Çalakiya rûniştinê li şaxa ÎHD'ê pêk hat. Wêneyên xizmên windayan û dowiza "parastina kujeran hevkariya sûc e" hatin hilgirtin. Xizmên windayan û endamên lijneya rêveberiya ÎHD'ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Endamê lijneya rêveberiya ÎHD'ê Adnan Orhan axivî. Adnan bal kişand ser grevên birçîbûnê û xwest ku hevdîtin demildest pêk bê û grevên birçîbûnê bi dawî bibin.
 
'Edalet ji bo me hemûyan derbasdar e'
 
Adnan salvgera şehadeta bav û apê xwe yê di 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û hatin windakirin bi bîr anî û got:"Komkujiyên ku bi destên dewletê pêk hatine bi ravekirina dayikan derketin holê. Ji roja ku têkoşîna windayan dest pê kiriye heta niha me nedîtiye ku kujerek hatiye darizandin. Serîlêdanên hiqûqnasan nehatin bersivandin. Bêcezabûn û helwesta  darazê me birîndar dike. Dê zû an dereng rojekê edaletê pêk were. Em têkoşîna vê rojê didin. Edalet ji bo me hemûyan derbasdar e."
 
'Divê grevên birçîbûnê demildest bi dawî bibe'
 
Adnan bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir ku hukumetê li dijî grevên birçîbûnê çavên xwe û guhên xwe girtiye û got:"Tu kesek naxwaza zarokên wan li ber çavên wan jiyana xwe ji dest bidin. Mirin çê bûn. Lê divê kesek êdî nemire. Divê hevdîtin pêk bên û grevên birçîbûnê demildest bi dawî bibin. "
 
Piştî daxuyaniyê çîroka Hasan Esenboga yê ku di sala 1994'an de li Gundê Bênatê ji ber ku cerdevanî red kir ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat xwendin.
 
Çîroka Hasan Esenboga wiha ye:
 
"Di 1994'an de gelê li Gundê Bênatê ji ber ku nexwestin bibin cerdevan gundê wan hat şewitandin. Gundî bêyî ku alavên xwe bidin hevdu ji gund hatin qewirandin. Leşkeran gund şewitandin. Li ser vê yekê malbata Esenboga li gundê Findikli bi cih bûn. Lê ferzkirina cerdevaniyê dewam kir. Ji ber ku gel cerdevantî nexwest loma ciwanên li gunde bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin."
 
'Careke din agahî jê nehat girtin'
 
13 Ağustos 1994 tarihinde Fındık Bölge Jandarma Karakoluna bağlı askerler köye bir operasyon düzenleyerek tüm evlerde arama yaptı ve daha sonra da aralarında Hasan Esenboğa'nın ağabeyi Bahri Esenboğa'nın da olduğu altı kişiyi, İlhan İbak, Ahmet Özdemir, Fikri Şen, Ahmet Özer, Bahri Esenboğa ve Mehmet Dayan'ı, gözaltına aldılar. Bu altı kişiden sadece Mehmet Dayan yaklaşık bir ay sonra serbest bırakıldı, geri kalanlardan bir daha haber alınamadı.
 
Di 13'ê Tebaxa 1994'an de Qereqola Jandarmayê li herêma Findikê operasyon pêk anî û birayê Hasan Esenboga, Bahri Esenboga, Îlhan Îbak, Ahmet Ozdemir, Fikri Şen, Ahmet Ozer, Bahri Esenboga ve Mehmet Dayan hatin binçavkirin. Ji van kesên ku hatin binçavkirin tenê Mehmet Dayan nêzî mehekê şûnde serbest hat berdan. Lê ji kesên dinê careke din agahî nehat girtin. 
 
Tevî hemû lêkolîn û gerandinê tu encam nehat bidestxisin
 
Hasan Esenboga ji bo birayê xwe bibîne gelekî kedê dide. Piştî nêzî 4 mehan ku Bahrî Esenboga hatibû windakirin di 25'ê Kanûna 1994'an de Hasan Esenboga dema ji bo ajalên xwe diçe Cizîrê ka bîne êdî careke din agahî ji wî nayê girtin. Hinek kesan dîtibûn ku li Doryola Cizîrê wesayîtek ku Cemal Temizoz jî tê de bû Hasan revandine lê ji ber ku tirsiyane nexwestine bibin şahid. Cenazeyê Hasan Esenboga 4 roj şûnde li ser rêya Cizîr-Hezexê hat dîtin. Hevsera wî daxwazname da dozgeriyê lê tu encam negirt. Malbata Hasan parêzer girt lê di warê pêvajoya hiqûqî de tu pêşketin çênebû."
 
Daxuyanî piştî çîrokên ku hatin xwendin bi çalakiya rûniştinê ya ku 5 deqeyan dewam kir bi dawî bû. 
 
Êlih
 
Xizmên windayan û parazvanên mafen mirovan li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan di hefteya 443'an de li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan, parazvanen mafên mirovan, Hevserokên HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdinç, Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyên di greva biçîbûnê de amade bûn. Li salonê pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di hefteya 443'an de Hevseroka ÎHD'ê ya Êlihê Deniz Rumeysa Kaya, diyar kir ku 17- 31'ê Gulanê hefteya windayan e û wiha got: "Xizmên windayan bi wesîleya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Winayên Di Bin Çavan de ya Navneteweyî gelek bername li dar xistin. Li ser axa Tirkiye û Kurdistanê di 30 salên dawî de şer heye. Hêzên dewletê û hêzên tarî yên li ser navê dewletê tev geriyan, bê hêjmar mafên mirovan ên jiyanê ji destê wan hatin girtin. Bi taybetî binçav kirin û bi zorê windakirin. Kuştinen bê daraz, gorên komî, encama van binpekirina mafan e. Ji bo li ser vê axê dîsa ev êş dubare nebin û mirov jiyana xwe ji dest nedin, dîsa ji bo aştiyek bi rûmet pêş bikeve, em dixwazin ku “Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê û Rûqaliya Paşerojê" bê avakirin. 
 
Rumeysa, aqûbeta Abdulcelîl Kaçar ê di 17ê Gulana 1994'an de li Sêrtê ji aliyê tîmên taybet ve hat revandin û windakirin pirsîn. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.