Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema

  • 14:47 25 Gulan 2019
  • Rojane
EDENE - Dayikên girtiyan ên li Edeneyê li Parka Îsmet Înonuyê çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn û wiha gotin: "Dewlet divê zarokên me biparêze. Edî sebra me nema."
 
Li Edeneyê dayikên girtiyan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parka Îsmet Înonuyê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakiya dayikan 16 roj in didome û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Pekoz tevlî çalakiya dayikan bû û piştgirî da dayikan. Dora dayikan ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
Di çalakiyê de li ser navê dayikan Nejla Nejla Kocaman axivî û bal kişand ser bi dawî kirina tecrîdê û wiha got: "Zarokên me têkoşîneke bi rûmet didin. Heta grev bi dawî nebe em ê li vir bin. Dewlet divê zarokên me biparêze. Em li benda daxuyaniyê ne. Edî sebra me nema."
 
Dayikan piştî çalakiya rûniştinê bi meşê berê xwe dan avahiya Rêxistina HDP'ê. Dayikan di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.