Dayikên Şemiyê 24 sal in windayên xwe digerin

  • 14:36 25 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên û dîtin kûjer bên darizandin, di hefteya 739'an çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de birayê Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir, wiha got: "Min her tişt dît, lê min edalet nedît."
 
Dayikên Şemiyê, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 739’an de xwestin li qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, careke din rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên ku polîsn li pêş wan bend danî, berê xwe dan şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Polîsan li vir jî dayikên li kolanê kom bûn dorpêç kirin û xwest zextan bimeşînin. Dayikên li kolanê kom bûn dîsa wêneyên windayan hembêz kirin û karanfîl xistin destê xwe. Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û Ali Haydar Hakverdî amade bûn. 
 
Vê hefteyê Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê adara 1995’an de hat windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, Maside Ocak daxuyanî xwend. Masîde Ocak, diyar kir ku çalakiya wan a "Em windayên xwe dixwazin" wê 2 roj şûnde 24 salan li pey xwe bihêle û wiha got: “24 sal berê di 27'ê gulana 1995'an de ji bo kesên hatin windakirin bên dîtin em derketin qadan. Ji bo kujer bi sûcê xwe re bê rûqalî hev, hesap bide û edalet pêk bê em daketin Qada Galatasarayê. Me armanca xwe kir hêz, hêrsa xwe jî kir biryar û me li ber xwe da. Li ser vê axa ku heqîqet tê înkarkirin, binpêkirina mafan bê ceza tê hiştin, em li windayên xwe heqiqet û edaletê xwedî derketin. Me qada Galatasarayê kir qadek hafizayê. Me kesên hatin înkarkirn û windakirn li qada Galatasarayê zindî girt. Me polîtikayên windakirinê ya dewletê li Qada Galatasarayê bilind kir. Me sûcê windakirinê li ser malbatên zarokên wan hatin windakirin li Qada Galatasarayê belekek kolektif ava kir." 
 
'40 hefteye Qada Galatasarayê hatiye qedexekirin' 
 
Masîde, destnîşan kir ku Qada Galatasarayê 40 hefteye li çalakiyên wan hatiye qedexekirin û wiha axivî: "Qada Galatasarayê bi awayekî bê hiqûq, li me hatiye qedexekirin. “Dewletê bi panzêr, TOMA û polîsên xwe Qada Galatasayê dîl girtiye. Em bi zora polîsan li vê kolana teng hatine hepiskirin. Yên dewletê bi rêve dibin zagon û hiqûqa xwe îhlal dikin. Em ê vê yeke jî derbas bikin. Lê emê van bendên li pêş we gav bi gav derbas bikin. Ji ber ku ji Antigone heta niha yên li edaletê digerin û li windayên bê gor digerin, çalakiya xwe berdewam kirin. Tu hêzê nekarîbû li hemberî vê çalakiyê bibe asteng. Ji ber ku hêj çeka vîna mirov bişkîne nehatiye afirandin. 
 
‘Li ser vê axê bê hiqûqî serwer kirin' 
 
Masîde, destnîşan kir ku ev îktîdar jî wekî yên din meçar e ku têk biçe û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku vê îktîdarê jî wekî îktîdarên din berpirsiyariya xwe ya bersûcan bibînin û darizînin pêk neanî neçar e winda bike. Vê hikûmetê pergala ku mafê mirovan biparêze nexist meriyetê. Hemû daxwazên demokratik kriminalize kirin û li ser vê axê bê hiqûqî û bê edaletî serwer kirin. Tevi hemû astengiyan emê têkoşîna xwe ya li qada Galatasarayê berdewam bikin. Divê em hêviya xwe winda nekin û bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bawer dikin ku wê wîcdan wê bi ser bikeve." 
 
'Em ê çalakiya xwe li Galatasarayê bidomînin'  
 
Mesîde, diyar kir kurê Mehmet Ozdemîr ê di 26'e Kanûna 1997'an de li Amedê hat revandin û windakirin Mehmet Ozdemir jî jiyana xwe ji dest da û wiha lê zêde kir: "Dema Mehmet Ozdemir di bin çavan de hat windakirin navê kurê wî jî kirin Mehmet Ozdemir. Navê Mehmet Ozdemir li kurê wî kirin. Me kurê Mehmet Ozdemir Mehmet Ozdemîr jî winda kir. Em ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin. Em ê çalakiya xwe ya li qada Galatasarayê berdewam bikin. 
 
'Aqubeta windayan digerin' 
 
Xwişka Hayrettîn Eren ê 2'ê Îlona 1980'an de hat windakirin Îkbal Eren jî diyar kir ku 24 salin ji bo windayan li qadan têdikoşin û li aqûbeta windayan digerin û wiha got: "Hûn kolanan qedexe birin jî em ji bir nakin. Rojeke em ê dîsa li Qada Galatasarayê rûnên. "
 
Kurê karsaz Abullah Canan ê di sala 1996'an de li Geverê ya Colemêrgê hat windakirin Tayyip Canan jî anî ziman ku dema dibêjin salên 1990’an Torosên Spî tên aqilê wan û wiha got: "Wê demê yên li Torosên Spî suyar bûn carek din nehatin malê. Em ê dîsa dakevin qada Galatasarayê û ji kujeran hesap bipirsin." 
 
Kurê winda Huseyin Taşkaya Şerif Taşkaya jî ani ziman ku ew aqûbeta windayan dixazin û dixwazin kujer bên darizandin. 
 
Birayê Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir, wiha got: "Min her tişt dît, lê min edalet nedît.