Dayikan li Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin

  • 14:09 25 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan ên ku çalakiya xwe ya nobetê didomînin diyar kirin ku, dê her tim li her derê li gel zarokên xwe bin û dest ji têkoşînê bernedin.
 
Piştî 8 salan parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2 û 22'yê gulanê çûn Îmraliyê. Parêzeran bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirin, hewl didin peyama Abdullah Ocalan Ocalan ji girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne ragihînin. Piştî hevdîtinê her kes meraq dikin ku dê helwestek çawan bê girtin. Ligel vê yekê jî malbatên girtiyan, çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. 
 
Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin greva biçîbûnê û rojiya mirinê, 46 rojin li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar dixin. Îro malbatan çalakiya xwe ya 47’an li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Gebzeyê li dar xist. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî piştgirî dan malbatan. 
  
Dayika Newroz Bozkûrt a ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Gebze di greva birçîbûnê de ye Sûltan Bozkûrt, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya xwe û wiha got: "“Bi her awayî em bi hêz û bi moral in. Li her derê çalakî berdewam dikin. Em li benda daxuyaniyên bên dayînin. Heta ku tecrîd bişkê em ê çalakiya xwe dewam bikin. Heta dawiyê em ê li pişt daxwazên xwe bin. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Ger greva birçîbûnê bi dawî bibe jî, em ê li nexweşxaneyan û li her derê li gel zarokên xwe bin. Em dest ji têkoşînê bernedin.”
 
Piştî daxuyaniyê, malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û çalakî dê heta saetên şevê bidome.