Ji sedî 73 jin dema înternetê bi kar tînin bi tacîzê re rû bi rû dimînin

  • 11:34 25 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di cîhana dijîtal de jin bi şîdeta mêr re rû bi rû dimîne. Di nav 10 jinan de 7 jin, dema înternetê bikartîne xwe di nav ewlehiyê de his nakin. 
 
Di lêkolîna 'Şîdeta Sîberê' encamên balkêş derketin holê. Li gorî lêkolînê di nav 10 jinan 7 jin dema înternetê bikartînin xwe di nav ewlehiyê de hîs nakin. Roj bi rojê bikaranîna înternet û cîhazên mobîlê zêdetir dibin. Li gorî nûçeya Bîrgunê, di roja me yê îro de jî peyva şîdeta dijîtal wekî zordestiya sîber, tacîza sîberê tê binavkirin. Li gorî lêkolîna Pewresearch.org ê ji sedî 73 kes dema înternet bikartînin bi tacizê re rû bi rû dimînin. 
 
SMS û Whatsapp gelek caran dibe cihê tehdît û şantajê. Di çarçoveya xebatê de li ser Facebook ê ankêtek hat çêkirni. Bi rêya Facebook ê 18 hezar jinan re peyam hat şandin û 550 kes pirsên anketê bersivand. Di nav 10 jinan de 6 jin bi şîdeta sîberê re rû bi rû mane. Gelek mêr jî ji ber tolhildanê rêbaza parvekirinê bikar tîne êrîşî jinê dikin. Her wiha wekî her car di vê mijarê de jî mexdûr tên sûcdar kirin.