Li Elmanyayê Mîhrîcana Govenda Kurdî tê li darxistin

  • 10:24 25 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - 32'yemîn Mîhrîcana Govenda Kurdî de li Elmanyayê bê li darxistin. 
 
Îsal Mîhrîcana Govenda Kurdî wê di navbera 08 û 09´ê hezîranê li bajarê Elmanyayê Hannoverê bê li dar xistin. Ev ê bibe mîhrîcana 32'yan. Dê di 08´ê hezîranê li Ernst-August-Platzê meşa ji rê û resmê ya mîhrîcanê pêk bê. Mîhrîcan dê bi Komeke Zarokan a ji herêma Hannoverê ve dest pê bike. 
 
Her wiha di mîhrîcanê de hunermendên heyî dê bi stranên xwe derkevin ser dikê. Heman rojê piştî vê bernameyê, 25-30 komî wê li ber dahol û zirnê li sê holan prova bên kirin. 
 
Di 09'ê hezîranê de pêşbirk dest pê bike. Kom wê bi dorê derkevin ser dikê.  Nêzî 25 an jî 30 kom dê tevlî mîhrîcanê bibin. Her wiha ji juriya ku ji 7 kesan pêk tê dê performansa koman binirxîne. Piştre dê ji bo komên ku di warê kostum, lêkolînê de serkeftî bîn dê ji hêla juriyê ve xelat bên dayîn.