Saziya jinan a girêdayî Şaredariya Dêrikê hatiye talankirin
- 10:13 25 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku Saziya Mala Piştigirî û Jiyana Jinê ya girêdayî Şaredariya Dêrikê ya ji qayim paşve hat girtin, hatiye talankirin.
Hevserokên HDP'ê piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê Şaredariya Dêrikê ji qayiman paşve girtin. Hat diyarkirin ku Mala Piştigirî û Jiyana Jinê ya girêdayî Şaredariya Dêrikê ya ji qayim paşve hat girtin, hatiye talankirin. Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez anî ziman ku dema Saziya Mala Piştigirî û Jiyana Jinê, dihat talankirin polîsan li ber derî nobet digirtin. Her wiha Mulkiye anî ziman ku talana ku hatiye jiyîn berhema zihniyeta qayim e.
'Dema ku hundur dihat talankirin polîs jî li ber derî nobet digirtin'
Ji hevserokan Mulkiye Esmez ji ajansa me re axivî. Mulkiye got:"Sazî talan kirine û tu tiştek nehiştine. Tiştekî wiha dibe gelo? Niha mufetiş hat piştî wê çi pêwist bike em ê bikin. Em dizanin ku talan ji aliyê jinek ku di serdema qayim de dest bi kar kiriye û me ew ji kar derxist, hatiye kirin. Li ser giliyên gel û xebatkaran me dawî li karê wê anî. Bi xebatkarên Perwerdeya Ewlehî hatine hemû tişt birine. Em ê dev ji vê yekê bernedin."
'Em ê serîlêdana sûc bikin'
Mulkiye da zanîn ku ew ê derbarê bûyerê de serîlêdana sûc bikin û wiha got:"Em ê dev ji vê yekê bernedin. Em ê hemû alavên xwe paşve bigirin. Em ê di demek kurt de serîlêdana sûc bikin. Ev yek talan e û li diji hiqûqê ye."