Çalakiyên nobetê yên li dijî tecrîdê yên li Stenbol û Dêrsimê didomin
- 09:12 25 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL / DÊRSIM-Çalakiya nobetê ya dayikan a li Esenyurtê li avahiya HDP'ê ya Esenyurtê didome. Li Dêrsimê jî çalakiya rûniştinê di roja xwe ya 19'emîn de didome.
Malbatên zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne do çalakiya xwe ya ku li Qada Esenyurtê dabûn destpêkirin do li Avahiya HDP'ê hat kirin. Malbatên ku demek dirêj e li vir çalakiyên xwe pêk tînin derbarê grevên birçîbûnê de nirxandin kirin.
Malbatan diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe dewam bikin û ji avahiyê veqetiyan.
Dêrsim
Çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dest pê kiribû di roja xwe ya 19'emîn de didome. Welatiyên derdorê jî piştgirî dan çalakiya ku li Qada Seyid Riza hat kirin. Dayik bi laçikên xwe yên spî beşdarî çalakiyê bûn. Dayikan pankarta "Birçîbûn nakuje, bêdengî dikuje, deng bidin jiyanê" hat daliqandin.
Hevserokê HDP'ê yê Dêrsimê Hidir Çiçek got:"Heta ku mirin çê nebûne em hêvî dikin ku tecrîd û grevên birçîbûnê bi dawî bibin."
Çalakiya rûniştinê bi çepikan bi dawî bû.