Çalakiya greva birçîbûnê ya Qamişloyê didome

  • 08:51 25 Gulan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştevaniya çalakvanên greva birçîbûnê ya bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Qamişloyê hatibû destpêkirin roja 8'an li dû xwe hişt.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk mîsoger bikin” ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven û hevalên wê yên zindanan ku tecirîda li ser Rêberê PKK'ê bişkînin, li parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişloyê didome. Ji 125 çalakvanan heta 200 çalakvanî ji navçeya Tirbespiyê di grevê de ne. Jinên tevlî çalakiyê bûn nêrînên xwe parve kirin.
 
Rêvebiriya Kongreya Star a Şerqî Hediya Ebdo wiha got: “Di roja yekemîn de çalakvan ji navçeya Şerqî du rojan tevlî bûn, piştre navçeya Xerbî du rojan tevlî çalakiya konê grevê bûn, paşê navçeya Amûdê jî du rojan tevlî bûn. Her wiha ev du roj in navçeya tirbespiyê tevlî çalakiya konê greva birçîbûnê bûne. Hêviya me ew e ku tecrîd li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe.”
 
Rêvebira Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Xaliy Eyûb a ku tevlî çalakiya grevê bûye hêstên xwe wiha parve kir: “Ev du roj in em di bin konê grevê de ne, her wiha em li hêviya agahîkê ne tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin. Bangewaziya me ji hemû gelê me re heye dest bidin vê çalakiyê, her wiha berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û hevalên wê  silav dikin.”
 
Dê sibehê çalakvan ji navçeya Girkêlegê tevlî çalakiya konvedanê ya greva birçîbûnê bibin.