Kolektîfa jinan ya Enqreyê piştgiriya bi pankart da Nevînê

  • 17:14 24 Gulan 2019
  • Rojane
 ENQERE - Bertekên li dijî cezakirina Nevîn Yildirim a bi cezayê muebetê berdewam dikin. Di çarçoveya van bertekan de Kolektîfa Jinan a Zanîgeha Enqereyê ji bo Nevîn Yildirim ku bi cezayê muebetê hat cezakirin pankart vekir. 
 
Cezayê muebetê yê ku li Nevîn Yildirim a ku Nurttîn Gîder ê ku her roj ew bi êrîşa zayendî re dihişt ji bo xwe biparêze kuşt duh ji aliyê Dadgeha Yalvaçê ya Cezayê Giran ve hat erêkirin. Torên parastina jinan û kolektîfên jinan bertek nîşanî cezakirina nevînê dan. 
 
Kolektîfa Jinan a Zanîgeha Enqereyê jî li ser Pira Sihiyeyê pankarta bi dirûşma "Dema tê şûştin jê naçe, Nevîn li we dinêre" daliqand.