Xwendekarên Qamişloyê tevlî çalakiya avhewayê bûn

  • 16:28 24 Gulan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Xwendekarên Qamişloyê jî tevlî çalakaiya ji bo avhewayê çalakiyên gerdûnî bûn. Xwendekarên zanîngehê li Qamişloyê kolan paqij kirin.
 
Xwendekarên Qamişloyê jî deng da dengê ‘FrîdaysForFuture’ a tevgera avhewayê li gelemperiya cîhanê bang li ciwanan kirin. Ji 50 xwendekarên Zanîngehên Rojava dixwînin pankart hildan û bi dirûşman li kolanên bajar meşiyan. Li bajar ji guhertinên avhewayî ya gerdûnî ya ji ber qirêjiya li bajarê û mijarên ekolojîk bal kişand ser gelek mijarên cuda.
 
Xwendekaran di vê çalakiyê de ragihand ku ew jî tevlî çalakiya Frîdays For Future ya tevgera avhewaya ya banga çalakiyên gerdûnî kir bûne. Li gel xwendekaran xebatkarên şaredariyê û aktivîst, enternasyonalîstên kampanyaya Green Agaîn a Meke Rojava jî tevlî bûn. Xwendekaran pankarta bi nivîsa ‘Ji bo heskirina ji xwezayê, divê em xwe bi rêxistin bikin. Ne guhertina Avhewayê Guhertina Sîstemê’ li ser hebû vekirin.