Li gel astengiyan li Mêrsînê çalakiya rûniştinê pêk hat

  • 16:04 24 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Mêrsînê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Malbatan di çalakiyê de diyar kirin ku ji bo zarokên wan bijîn dadikevin li qadan. 
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parka Ozgur Çocuklarê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Ridvan Turan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û endamên Platforma Jinan a Mêrsînê tevlî çalakiya rûniştinê bûn û piştgirî dan malbatan. 
 
Di çalakiya malbatan de polîsan malbatan tehdît kir, li gel tehtîdan malbatan bertek nîşan da û malbatan diyar kirin ku ji bo zarokên wan bijîn li vir in. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê, malbatên girtiyan bi dirûşmeyan berê xwe dan avahiya Rêxistina HDP'ê.